Pêşangeh bi navê “Rû axêv” ku berxwedana Kobanê vedibêje ji aliyê Mamoste Mihemed Şehîn û şagirtinê wî ve hat vekirin.
Pêşangehli mûzexaneya Kobanê ya li bakurê bajarê Kobanê dikeve hat vekirin. 12 şêwkarên jin ku şagirtên mamoste Mihemed Şahîn in bi 39 tabloyan tev li pêşangehê bûn.
Merasîmê vekirina pêşangehê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Ehmde Şêxo spasiya mamoste Şahîd û şagirtin wî kir û got, her rengê hunerê di şoreşa Kurdistanê roleke girîng list, ji wan ev pêşangeh e, divê ev pêşangeh ji ciwanên pêşerojê re bibe mînak.
Her wiha mamoste Mihemed Şahîn jî axivî û diyar kir ku armanca pêşanehê ew ku jiyan li mûzexaneya zindî bibe û wiha got:”Em dixwezin şerê ku li vê mûzexaneyê qewimî ye û êşa ku li vir hatiye jiyan kirin di van wêneyan de şîrove bikin, her wêneye çîrokeke tê de ye”.
Paşingeh du rojan ji seat 15:30 ta 18:30 berdewam dike.
ANHA