Xwepêşandanên li paytexta Iraq Bexdayê û bajarên Necef, Kerbela, Basra, Zîkkar, Nasiriye, Dîvaniye, Mûssena û Mîssanê beriya du mehan dest pê kirin rojên dawî mezin bûn.

Herî dawî li Necefê konsolosxaneya Îranê hate şewitandin. Xwepêşandan îro serê sibehê li bajarên Nasiriye, Zîkkar û Dîvaniyeyê jî pêk hatin.

HERÎ KÊM 13 XWEPÊŞANDÊR HATIN KUŞTIN

Li bajarên Nasiriye, Zîkkar û Dîvaniyeyê hêzên dewletê fîşek li xwepêşandêran reşandin. Li gorî çavkaniyek ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Nasiriyeyê ji ber êrişa hêzên dewletê li Nasiriyeyê 13 xwepêşandêr hatine kuştin û 80 xwepêşandêr jî birîndar bûn.

Çavdêrên siyasî dibêjin kuştina xwepêşandêran bersiva li şewitandina konsolosxaneya Îranê ye.