Li gorî çapemeniya Tirk ku berdevkiya şer dike, di encama şerê ku îro li deşta Korukbele de leşkerek hatiye kuştin û birîndar hene.

Lê Navenda Ragihandina HPGê, hîna derbarê şerê li Derya Reş, navçeya Guce de ti agahî nedane.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku operasyona hêzên Artêşa Tirk, bi desteka leşker û hêzên hewayî li deşta Korukbelen û herêmê dewam dike.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê doh li Giresunê encama çalakiya 6’ê Tîrmehê li dijî yekîneyekê operasyonê de dabû zanîn kû, Gerîllayên wan li herêma Behra Reş li hêzên artêşa Tirk dan û di encamê de 3 leşker hatin kuştin û yek jî birîndar bû ye.