Li navenda Efrînê li pêşiya dibistana Feysel Qedûr dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 30 kes ku piraniya wan çetene birîndar bûn, hejmara kuştiyan nehate zanîn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine wergirtin, li pêşiya dibistana Feysel Qedûr ya li ser rêya Raco ya navenda Efrînê dema konvoya leşkerî derbas dibû teqînek çêbû.

Diyar bû piştî teqînê ji Ezazê dixtor û xwîn hatiye xwestin.