Drama penaberên li Bosna Hersekê dewam dike, ku hefteya derbasbûyî konên li kampê hatibûn şewistandin. Penaberên ku derdora hezar kesî ye, bi rojan e di binê berfê de mane.

Armanca penaberan ku piraniya wan Efgan, Îranî û ji welatên Efrîkayê bûn, di ser welatên li rojhilatê Ewropayê re derbasî welatên rojavayê Ewropayê bibin. Lê belê ji ber ku Yekîtiya Ewropayê sînorê xwe bi dijwarî girt, ev penaber li Bosna Hersekê asê man û demeke li kampa bi navê Lîpa tên hiştin ku li nêzî bajarê Bîhac ê li sînorê Hirvatistanê ye.

Ev penaberên ku di nava şert û mercên giran de diman, Çarşema derbasbûyî agir bi konên wan ket. Ji ber vê yekê jî penaberên li vê kampê ku hejmara wan derdora hezar kesî ye, di nava berfê de hewl didin bijîn. Penaberên ku ji kampê reviyan jî di nava serma û seqemê de meşiyan û xwestin xwe bigihînin bajarê Bîhacê yê ku bi 25 kîlometreyan dûr bû. Lê belê li gorî saziyên penaberan ên li herêmê, polîsan piraniya van penaberan girtine û vegerandine kampê.

QEDEXE YE KU KAMPÊ BITERIKÎNIN

Hate ragihandin ku hin ji penaberan hewl dan bi rêyên qaçax derbasî Hirvatistanê bibin. Polîsên Hirvat jî penaberên ku zevt dikin bi zorê radestî Bosna Hersekê dikin.

Nûnerê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ê li Bosna Hersekê Peter van der Aûweraert doh serdana kampê kir û piştre ji rojnameya TAZ a Elman re axivî. Aûweraert diyar kir ku ti derfetên stargeh û xwegermkirinê yê penaberan nîne, li wan qedexe ye ku ji kampê derkevin û got, “Penaber di nava şert û mercên gelekî giran û tirsnak de tên hiştin.”

Aûsweraert diyar kir ku li kampê av û elektrîk nîne û got, “Ketine bin parçeyên kon ên neşewitîne. Lê belê ji ber berfê ew jî bêçare ne. Penaber hewl didin li dora êgir xwe germ bikin, lê me hefteya derbasbûyî dît ku ev yek çiqasî metirsîdar e. Ji meha Gulanê ve em zextê li rayedarên Bosnayî dikin ku pêwîstiyên bingehîn ên li kampê tedarik bikin. Tevî ku gelek caran soz dane jî hîn gav neavêtine.”

‘PENABERAN DIKIN QURBANÊ SIYASETÊ’

Rayedarê IOM’ê diyar kir ku wezareta koçberiyê ya hikumeta Bosna Hersekê soz da ku penaberan bibe Bîhacê û li wir bi cih bike, lê belê rêveberiyên herêmî ev yek red kirine û got, “Di dawiya dawî de penaberan dikin qurbanê siyasetê. Mixabin ji bilî dayina nivînên razanê, kinc û xwarinê em jî nikarin tiştekî bikin.”

Aûweraert anî ziman ku gelek caran gilî li wan hatiye kirin ku polîsên Hirvat êşkence li penaberên li ser sînor kirine û ji saziyên serbixwe xwest ku li Hirvatistanê vê mijarê lêkolîn bikin.