Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron rola Fransayê ya di qirkirina ku di sala 1994’an de pêk hat de nas kiribû.

Biryara abîdeyê di bîranîna 29’emîn salvegera qirkirinê de hate dayîn. Abîdeya Qirkirinê wê li qeraxa çepê ya çemê Seîne ku nêzî Wezareta Karên Derve ye, li hemberî abîdeya Qirkirina Ermeniyan bê çêkirin.

Di daxuyaniya Qesra Elysée de ji bo bîranîna qurbaniyan îfadeya “bîranîneke neteweyî, daîmî û berbiçav” ji bo abîdeyê hat bikaranîn û hat destnîşankirin ku wê tevî Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê ji îhaleyê re bê vekirin.

Serokê Komeleya Ibuka France ku bi armanca ji bo bîranîna kesên hatine qirkirin zindî bihêle û piştgiriyê bide kesên rizgarbûyî hatî avakirin Marcel Kabanda ji AFP’ê re axivî û got, “Parîs bajarekî ku xîtabê her kesî dikê ye û ev nîşana wê yekê ye ku Fransa, ku di naskirina qirkirina Tutsî ya li Ruandayê de pêşkeftinek mezin bi dest xistiye, dîroka xwe nas dike.”

Kabanda got, “Ev tevgerek e ji bo aramkirina bîranînên di navbera Fransa û Ruanda de û aramkirina dilên kesên ji qirkirinê rizgarbûyî.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di navbera Nîsan û Tîrmeha 1994’an de herî kêm 800 hezar kes ku piraniya wan Tutsî bûn di qirkirinê de hatin qetilkirin. Ev qirkirin wê demê ji aliyê hêzên serdest ên Hutu ve hat organîzekirin. Fransaya ku têkiliyên wê yên berfireh bi rejîma Ruandayê re heye, demeke dirêj bi hevkarîkirina qirkirinê tê sûcdarkirin. Komîsyonek ji dîroknasan ku ji hêla Serokkomar Macron ve di sala 2021’an de hatî damezrandin “hevkariya sûc” a ji bo Fransayê red kir û gihêşt qeneta ku Fransa xwedî “berpirsiyariya giran û mehitînere.” Ji ber vê raporê di navbera Parîs û Kîgalî de bi dehsalan alozî hebû.

Serokê Komîsyona Dîroknasan Vîncent Duclert ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku biryara ji bo avakirina abîdeyekê ‘wateya zêde ya karesata sala 1994’an’ nas dike. Ducler her wiha bal kişand ser nirxa sembolîk a çêkirina abîdeyê ya li nêzî Wezareta Karên Derve.