Serokê Maoîst ji serhildana li dijî monarşiyê ya Nepalê re pêşengtî dikir. Piştî hilbijartina meha borî tifaq bi mûxalefeta sereke re kir û cara sêyemîn bû serokwezîr.
Rayedarên partiyê roja Yekşemê daxuyanî dan û diyar kirin bi hevgirtina Partiya Marksîst û Lenînîst Yekgitrtî û bi alîkariya komên din ên biçûk wê Pûshpa Kamal Dahal ji hikumeta nû re seroktiyê bike.
Pûshpa Kamal Dahal ê ku bi nasnavê Prachanda tê nasîn wê bi sondaxwarinê dest bi peywirê bike û divê li meclîsê îspat bike ku gelek kesan piştgirî daye wî. Heft partiyan soza piştgiriyê dane wî.