Êriş Pêncşemê li dijî kampeke leşkerî ya Chînegodarê pêk hatibû ku li ser sînorê Nîjer û Malî ye. Hate eşkerekirin ku 89 leşker ji ber êrişê hatin kuştin.
Berdevkê hikumetê Zekariya Abdurahme daxuyaniyek da û got, “Bîlançoya encama lêkolînê wiha ye: 89 leşker û 77 dijmin hatin kuştin.”
Di daxuyaniya Pêncşemê de hatibû gotin ku “25 leşker û 63 terorîst hatine kuştin.”
Rayedaran her wiha bi daxuyaniyekê ji bo 72 saetan şîn a neteweyî ragihandin. Ji îro û pê ve wê şîn a neteweyî bikeve meriyetê.
Êrişa Pêncşemê yek ji êrişên giran ên li Nîjerê ye.