Li gorî çavkaniyên ewlekariyê yên xwecihî, şeva 16’ê Sibatê li eyaleta Nîjer ya li Bakurê Nîjeryayê cih digre, pansiyona ku xwendekar lê dima ji aliyê kesên bi çek ve hate dagirkirin.
Berpirsyarê ku ji bo AFP’ê axivî got ku avêtin ser dibistana girêdayî hikumeta Kagarayê û bi sedan xwendekar û mamosta revandin. Hate zanîn ku di demê revandinê de endamek yê personelê û hinek xwendekar xwe ji wan rizgar kir.
Serokomarê Nijeryayê Muhammadu Buharî ji bo rizgarkirina xwendekaran operasyon da destpêkirin.
Hinek ji komên çeteyan ser bi hêzên Boko Haram in. Bi taybet di meha Kanûnê de li eyaleta Katsînayê li bajarê Kankara yê 344 xwendekar revandibû. Kesên li Kankara hatibûn destgîrkirin, piştî muzakereya rêveberan li gel çeteyan piştî hefteyekê hatin berdan.
Hêjayê bîrxistinê ye ku êrîşên bi vî awayî demek dirêje li Nijeryayê didome. Ev komên çete di berê de jî xwendekaran revandibûn û di heman demê de dizîna lawiran û di berdêla pereyan de revandina mirovan pêk hatibû.