Êrîşên Boko Haram ên li Nîjeryayê didomin. Îro li eyaleta Borno ya Nîjeryayê Boko Haram êrîşek bire ser leşekran û 15 leşker kuştin.

Jêderên Nîjeryayî gotin êrîş bi rengê kemînê hatiye kirin, beriya hilbijartina meha Sibatê ev êriş hatiye kirin.

Nîvê meha Tîrmeha jî li heman herêmê 20 leşkerên Nîjeryayê winda bûbûn.

Li vê herêmê gelak caran Boko Haram êrîşan dike. Ji 2009’an û vir ve 3o hezar kes hatine kuştin.