Nîjerya ya ku welatê herî qelebalix ê Efrîkayê ye, di heman demê de yek ji hilberînerê petrolê yê mezin e.

Li welat du hefte berê li dijî şîddeta polîsan xwepêşandan hatibû destpêkirin û piştre jî li dijî rêveberiya xerab xwepêşandan zêde bûbû.

Xwepêşandan li bajarê herî mezin ê Nîjeryayê dest pê kiribû û li gelek bajaran bûye wekî talanê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin li eyaletên Jos, Taraba û Adamawayê xwepêşander depoyên berhemên çandiniyê talan kirine.

Li Lagosê jî di du hefteyên dawîn de 12 kes ji aliyê polîs û leşkeran hatin kuştin. Sêşema borî jî qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

Li gorî parêzvanên mafên mirovan di du hefteyên dawîn de li welat herî kêm 56 kes mirine.