Li eyaleta Zamfara ya li bakurê Nîjeryayê li dijî gundan gelek êrîş hatin kirin, herî kêm 43 kes mirin.

Li gorî şêniyan û polîsan komên çekdar ên ku ji wan re ‘çete’ tên gotin, di dawiya hefteyê de li gundan teror kirine.

Di êrîşa pêşîn de çar gundên 50 kîlometre nêzî Sokotoyê ne ya ku paytexta Samfarayê ye bûne hedef.  Êrîş roja Şemiyê êvarî pêk hat. Di vê êrîşê de herî kêm 25 kes mirin.

Êrîş piştre li gundên Bakur pêk hat. Li gorî rayedaran li van gundan 18 kes hatine kuştin.