Li nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Îdrîs Sayilgan 4 sal cezayê girtîgehê hate birîn.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Îdrîs Sayilgan li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê bi îdîaya “propaganda rêxistinê” dihate darizandin. Rûniştina biryardanê ya dozê pêk hat.
Sayilgan tevlî rûniştinê nebû. Parêzerê wî Erselan Aktan jî ji Edliyeya Stenbolê bi rêya Sîstema Ragihandina Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî bû.
Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û 4 sal cezayê girtîgehê li Sayilgan birî.