Hate ragihandin ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê girtiyên siyasî yên li Îmraliyê di 21’ê Cotmehê de cezayekî nû yê dîsîplînê hatiye birîn. Parêzerên Ocalan ragihandin ku ceza tê veşartin û ew naveroka wê nizanin.
Hevdîtinên Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li heman girtîgehê ne bi rengekî kêfî tên astengkirin. Li gorî agahiyeke nû li çar girtiyên li Îmraliyê cezayên dîsîplînê hatine birîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di 21’ê Cotmehê de li Ocalan û sê girtiyan cezayê dîsîplînê hate birîn.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist ku di 10’ê Tîrmehê de rêveberiya girtîgehê cezayê dîsîplînê li Ocalan û girtiyên li Îmraliyê birîbû.
Bîlmez ragihand, piştî ku ev ceza bi dawî bû di 21’ê Cotmehê de cezayekî nû yê dîsîplînê li wan hate birîn.
Li gorî Bîlmez ji bilî Ocalan girtiyên din hemûyan îtiraz li cezayê dîsîplînê kir. Bîlmez ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got, “Ji ber ku Birêz Ocalan dibîne ku ev cezayên dîsîplînê helwesteke siyasî ye, wî jî helwesteke siyasî nîşan da û îtirazê li cezayan nake.”
Bîlmez anî ziman ku di 29’ê Mijdarê de ew bi cezayê dîsîplînê yê dawî hesiyan û ragihand, ku ji bo Ocalan û muwekÎlên wan ên din ên li Îmraliyê îtiraz kirine, lê belê îtiraza wan hatiye redkirin.
Bîlmez destnîşan kir ku cezayên dîsîplînê yên li muwekîlên wan tên birîn demeke dirêj bi zanebûn ji wan tên veşartin û ji ber vê yekê ew bi naveroka wan nizanin.
Bîlmez ragihand, cezayên dîsîplînê yên ji bo malbatan hatin birîn ji aliyê hiqûqî ve li pêşiya hevdîtina parêzeran ne asteng in û got, “Muwekîlên me yên cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn tenê nikarin malbatên xwe bibînin, ceza ne li dijî hevdîtina bi parêzeran re ne.”