Li gorî bîlançoya nû ya Saziya Rêveberiyê ya Felaketên Neteweyî ya Pakistanê (NDMA) di nava 24 saetên dawî de 28 kesên din li ber felaketa lehiyê ketin.

NDMA’yê ragihand ku wan hîn ê xwe negihandine gundên li qadên çiyayî, lewma dibe ku bîlanço girantir bibe.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber felaketa lehiyê ya bi barana mûsonê rû da, heta niha herî kêm 1061 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Rayedaran diyar kirin ku ji ber lehiyê nêzî milyonek xanî ya xera bûne yan jî xisareke mezin li wan bûne.

Pakistan yek ji wan welatan e ku li hemberî guhertina avhewayê di asteke metirsîdar de ye, bêparsatin e. Rêxistina civakî ya sivîl Germantawtchê ragihand ku Pakistan ji aliyê gefa bûyerên meteorolojîk ve di rêza 8’emîn de cih digire.