Piştî êrîşa xwekujî ya duh li hemberî mizgefteke li bajarê Peşaver ê li bakurê rojavayê welat di dema nimêja nîvro de hat kirin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
Reuters’ê ragihand ku hejmara kesên di êrîşa xwekujî de jiyana xwe ji dest dane derket 87’an û dermankirina nêzî 57 birîndaran jî didome. Hat ragihandin ku rewşa 7 ji wan birîndaran giran e.
Hat diyarkirin ku êrîş duh li gorî dema herêmî saet di 13.00 de hate kirin. Rayedaran diyar kirin ku êrîşkar di rêza ewil a mizgeftê de bûye û di wê saetê bombe teqandiye.
Hikûmeta Hayber Pahtunhva li seranserê eyaletê rojek şînê ragihand.