Ajansa nûçeyan ANFê ragihand ku, li navçeya Agirî Panosê, li gundê Aktepe, cerdevanê teqawîd Cemîl Turk, bi çekê keça xwe Dîlan kuşt, kurê xwe Ercan jî birîndar kir.

Ajansê destnîşan kir ku, li ser giliyê gundiyan tîmên tenduristî û leşkeran çûne gund.

Tîma tenduristiyê jî dazanîn ku Dîlan jiyana xwe ji dest daye, Ercan jî bi giranî birîndar bûye. Birîndar jî rakirine Nexweşxaneyê Panosê.