Li kolana Marc Séguin a navçeya 18’emîn a paytexta Fransa Parîsê, agir bi avahiyekê ket ku penaber lê diman.

Li gorî agahiyan, agir ji mutbexa hevpar derketiye û di encamê de 8 kes birîndar bûne.

Ji van birîndaran 5’an ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Hate ragihandin ku agirê li mutbexa hevpar derket di demeke kurt de gihîşt qatên du û sêyemîn ên avahiyê.

Ji ber metirsiya agir 360 kes ji herêmê hatin veguhastin.