Çalakiyên ‘Êlek Zer’an ku roja Şemiyê li gelemperiya Fransayê pêk hat, paytext Parîs kir qada şer. Bi sedan kes hatin destgîrkirin, bi dehan mirov birîndar bûn, gelek wesayit, banka û avahî hatin şewitandin.
Polîtîkayên Serokkomar Emmanûel Macron ku bê edaletiya civakî mezin dike, li Parîsê rê li ber raperînê vekir. Li gelemperiya Fransayê bi deh hezaran kes daketin qadan. Paytext Parîs veguherî qada şer.
Buhabûna sotemeniyê, bê edaletiya civakî û xemsariya siyasetmedaran a li daxwazên gel, rê li ber hêrsa gel vekir û li kolanan belav bû. Van sê hefteyên dawî her roja Şemiyê li gelemperiya Fransayê meş tên lidarxistin. Her wiha her roj jî çalakgerên ‘Êlek Zer’ li deverên cuda yên welêt, bi taybetî li otobanan çalakiyên blokajê dikin.
KOALÎSYONA HÊRSÊ
Wezareta Karên Hundir 66 hezar polîs û jenderme, yanî hema bêjin temamiya hêzên xwe xiste nava liv û tevgerê, lê kir nekir nekarî pêşî li nerazîbûnan bigire. Li her goşeya Parîsê bend hatin danîn. Çalakger ji beşên cuda yên civakê jî bin, balkêş bû ku li dora armancekê bûn yek. Bi taybetî li sêgoşeya meydana Etoîle, Loûvre û Saînt-Lazarê ev koalîsyona hêrsê xwe nîşan da.
Destwerdana hêzên ewlekariyê ya bi gazê vê carî nekarî bi çalakgeran. Çalakgerên ku eşkere bû xwe ji destwerdanê re amade kirin, bi lez û bez bersiv dan û bend danîn. Bi hezaran çalakgerên bi maske, bersiv dan polîsan. Li hin deveran polîsan xwe vekişandin.
BI SEDAN KES HATIN DESTGÎRKIRIN Û BIRÎNDAR BÛN
Li gorî Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê, herî kêm 287 kes hatin destgîkirin, 110 kes birîndar bûn ku 17 jê endamên hêza ewlekariyê ne. Li bajarê Toûr ê Fransayê di xwepêşandanan de herî kêm 30 kes birîndar bûn.
Di encama vî şerê li Parîsê, gelek wesayit, firoşgeh û banka şewitîn. Herî kêm 19 stasyonên metro hatin girtin. Ev dîmen li gelek bajaran hate dîtin.
GEFA REWA AWARTE
Wezîrê Karên Hundir Chrîstophe Castaner gef xwar ku dikarin rewşa awarte ji nû ve ragihînin. Castaner diyar kir ku ev yek ji bo wan ‘tabû’ nîne û diyar kir, wê hemû proseduran lêkolîn bikin. Rewşa Awarte piştî komkujiyên DAÎŞ’ê yên sala 2015’an li Parîsê kir, hatibû ragihandin. Mijdara 2017’an jî hatibû rakirin.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ku ji bo civîna bilind a G20’an li Arjantînê ye, daxuyaniyek da û got, “Bûyerên ku diqewimin, ti eleqeya xwe bi îfadeya aştiyane ya hêrseke rewa nîne.”
Macron gef xwar ku wê berpirsyarên bûyeran tespît bikin û derxînin pêşberî edaletê. Li gorî anketan, nêzîkatiya Macron bi xwe rê li ber van bûyeran vekiriye ku daxwazên ‘Êlek Zer’an jinedîtî ve tê.
Li Parîsê di dema çalakiyan de dirûşma “Macron nexwaze jî em li vir in, ji bo rûmeta karkeran em li vir in, ji bo cîhaneke hîn baştir em li vir in” deng veda.