Li paytexta Fransayê Parîsê teqînek pêk hat û di encamê de gelek kes birîndar bûn.

Sky Newsê ragihand ku polîsên Fransayê ragihand ku îro li herêma Daîreya 9’an a Parîsê agir bi firinekê ketiye û piştî wê teqînekê rû daye. Di encamê de gelek kes birîndar bûn. Tê texmînkirin ku gaza firinê teqiyabe.

Li paytexta Fransayê îro jî pêla nû ya çalakiyên Êlekzeran didome. Di çalakiyê de metirsiya ku kiryarên tundiyê pêk bên, heye. Her wiha hikumeta Fransayê tedbîrên tund ên ewlehiyê girtine.