Li navçeya Pasûr a Amedê ji ber gule reşandina leşkeran şewat derket. Şewata ku dom dike rê nayê dayîn ku bê vemirandin.
Di encama gule reşandina leşkeran a ji qereqola gundê Barin a girêdayî navçeya Pasûr a Amedê di saetên şevê de şewat derket. Şewata ku demek kin belavî daristanê bû, mezin û belav dibe.
Leşkerên ku rê nade gundî bi derfetên xwe agir vemirîne, mudaxeleyî sivîlan dike û rê nade agir vemirînin.
Ji bo vemirandina şewata dom dike, gundiyan banga hestyariyê kir.