Kurdistanî û dostên wan ên ji Toronto, Ottawa û Montrealê li hev civiyan û xwestin girtiyên siyasî werin berdan û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Di xwepêşandanê de işaret bi rewşa girtiyan hate kirin ku ji bo çareseriya siyasî ya meseleya Kurd û rakirina tecrîdê di çalakiyê de ne û desteserkirina şaredariya Colemêrgê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de bang li saziyên navneteweyî jî hate kirin ku li dijî bêhiqûqiyê bikevin nava liv û tevgerê.