Hate ragihandin, li peravên Girava Herke ya Yewnanistanê, boteke ku nêzî 80 penaber li ser bûn, noqî avê bûye.

Li gorî nûçeyên medya Yewnan, li peravên girava Herkeyê ku li rojavayê girava Rodosê ye, boteke ku nêzî 80 penaber li ser bûn noqî avê bûye.

Midûriyeta Bendergehê ya Rodosê diyar kir ku tîmeke noqav û helîkoptereke bi tîpa Super Pûma ji bo rizgarkirina penaberên li ser botê tevlî operasyona lêgerîn û rizgarkirinê bûne.

Hate ragihandin ku şert û mercên hewayê yên li herêmê rê dide karê lêgerîn û rizgarkirinê.