Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, tîmên Heyva Sor li du nuqteyên cuda yên plajên El Allûs ên bi 90 kîlometreyî dûrî paytext Trablûsê ne, cenazeyên 28 koçberan hatin dîtin. Her wiha 3 koçberên sax hatin dîtin.

Cenaze ji ber ku gelekî riziyayî bûn, tê texmînkirin ku keştiya koçber tê de bûn beriya çend rojan noqî binê avê bûye.

Beriya niha bi çend rojan li peravên rojava yên Lîbyayê keştiyên koçberan noqî binê avê bûbûn û di nava hefteyekê de 160 koçberî jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ji destpêka salê ve li peravên Lîbyayê 1500 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de zêdeyî 30 hezar koçber hatin rizgarkirin.