Rayedar diyar dikin ku di keştiyê de 120 kes hene. 16 kes rizgarkirine û birine herêma El Hmidiye ya 25 km dikeve rojhilatê paytext Trablûsê.
Hate diyarkirin ku ji behrê cenazeyê 3 pitikan hatiye derxistin, nêzî 100 kes jî winda ne.
Ji beriya niha li rojhilatê Trablûsê keştiyeke ku 200 kies li nav bû hatibû diyarkirin. Ji sala 2014’an û vir ve di vê rêyê de nêzî 650 hezar koçber li ser Behra Spî re derbasî Ewropa bûne.