Keştiya ku 19 koçber têde bûn dema dixwestin ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê bibin li nêzî Girava Inoûsses a dikeve di navbera Sakiz û Çeşmeyê de noqî avê bû. 7 koçber mirin. Hate ragihandin ji kesên mirine 5 jê zarok in. Ewlekariya Peravê yên Yewnan ragihand ji 12 kesên rizgarkirine 4 jê zarok 3 jî jin û yên din mêr in.
Li peravên Yewnanistanê 5 jê zarok 7 koçber mirin
