Li Portekîzê bi germbûna hewayê re şewata li daristanan rû da. Nêzî 110 arkuj hewl didin şewatê vemirînin. Her wiha artêşê jî 4 wesayit û 20 leşker şand herêmê.
Hate ragihandin ku heta niha 8 kes birîndar bûne ku rewşa yekî ji wan giran e. Sê arkuj jî ji ber ku du wesayit li hev qelibîn birîndar bûn.
Li heman herêmê sala 2017’an şewatekê rû dabû û derdora sed kesî jiyana xwe ji dest dabûn, qadeke mezin şewitî bû.