Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Misrê, şer roja Sêşemê li Qaîreyê qewimî û polîsekî jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn. Hate gotin ku di şer de 7 endamên “hucreya terorîst” “hatine bêbandorkirin”.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya wezaretê, hucreyê amadekarî dikir ku di dema pîrozbahiyên Paskalyayê de êrişî civata Xiristiyanan bike.
Li Misrê ku 100 milyon kes lê ne, 10 heta 15 ji sedî yê nifûsa wê Kiptî ne. Kiptî di 19’ê Nîsanê de cejna Paskalya ya Ortodoks pîroz dikin.
Wezaretê diyar kir, hêzên ewlekariyê li daîreyeke li taxa El Amiriyeyê dest danîne ser çek û cebilxaneyên hucreyê.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku operasyon di encama îxbarekê de hatiye kirin, şer çend saetan dewam kiriye û êvara Sêşemê saet di 20:00 de bi dawî bûye.