Li paytexta Misrê Qahîreyê di encama teqînekê de 2 polîs mirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir, polîsan dabû pey kesekî ku guman jê dihate birîn ku hefteya bihurî bombe li ber mizgeftekê daniye û dema ku polîsan ev kes dişopandin teqîn çêbûye.

Teqîn Duşemê li nêzî mizgefta El Ezherê ya li navenda bajêr çêbû. Wezaretê diyar kir di encama teqînê de 2 polîs mirin, 3 kes jî birîndar bûn. Her wiha hate gotin kesê ku polîsan ew dişopand jî miriye.