Li cihekî nêzî balafirgeha Qahîreyê teqîneke mezin pêk hat. Tê gotin ku teqîn li rezerveyeke kîmyewî pêk hatiye û 12 kes ji ber wê birîndar bûne.
Berdevkê artêşê Tamer el-Refaî daxuyaniyek da û diyar kir ku teqîn gelekî dijwar bû û 12 kes birîndar bûne.
Tê gotin ku pêwendiya teqînê bi germahiyê heye.