Topeke hawanê li taxa Cirnikê ya bajarê Qamişloyê ket. 2 sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, kesên nenas topeke hawanê avêtin Xeraja Rojê.

Ji ber êrişê 2 sivîl birîndar bûn. Têkildarî rewşa birîndaran agahî nehatin bidestxistin. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye.