Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî girtina bikarhêner û bazirganekî tîryakê li Qamişloyê daxuyaniyek da.

Û got:

“25′ê Îlonê hêzên me yên dijî madeyên hişbirê kesekî ku di mala xwe de tîryak çandibû destgîr kir.

Piştî ku ji hêzên li dijî Madeyên Tîryakê agahî piştrast kirin ku kesê mijara gotinê, bi armanca bikaranîn û belavkirina tîryakê şitlên heşîşê çandine hêzên me avêtin ser mala wî û ew destgîr kirin.

QSD’ê di serdegirtina mala bazirganê tilyakê de;

– Du şitlên heşîşê ku di malê de hatine çandin

– Damanceyek 7/mm a guhertî ku bi kar nayê dîtin.

Bang li welatiyan hat kirin ku di vî warî de bihîstiyar bin, hişyar bin û ji bo rakirina vê nexwaşiyê û paqijkirina civakê ji xetereya wê, bi lez û bez bikarhênerên tîryakê û bazirganên wê ji wan re ragihînin.”