Li Qamişloyê cangoriyên Qirkirina Ermenan hate bibîranîn.

Bi wesîleya salvegera 104’emîn a Qirkirina Ermenan, gelê Ermen û dostên wan li Qamişloyê bibîranînek li dar xistin.

Gelên li Qamişloyê û ji derdora Qamişloyê hatibûn, bi diayan cangoriyên qirkirinê bi bîr anîn.

Bi sedan Ermen, li Dêra Ermenan a Qamişloyê hatin ba hev û cangoriyên qirkirinê bi bîr anîn. Gelê Ermen mûm vêxistin, ligel diayan sersaxî ji hev re xwestin.