Li Parka Pîremêrd ya li bajarokê Qeladizê a ser bi herêma Germiyan ve, komek rêxistinên civaka sivîl, çalakvanên siyasî û rojnamger çalakiyek a nerazîbunê li hemberî biryara Amerîka ya li hemberî sê şoreşgerên Kurd li darxistin.
Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê Sabir Abdula ve xwe hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Wezareta Derve ya Amerîka piştî civîna bi Tirkiyeyê re biryarek xelet di derbarê şoreşgerên Kurd de daye. Ev biryar tenê ji bo razî kirina Tirkiyeyê li hemberî Kurdan hatiye dayîn.
Herwiha hat diyarkirin ku bi dehan sale her sê şoreşger xebatê ji bo bi destxistina mafê gelê Kurd dikine, ev komplo ne tenê li ser her sê şoreşgerane û wiha domkir: “Ev pilan ne tenê li ser her sê şoreşgerane, pîlaneke li ser tevahî pêşeroja gelê Kurdistanê ye. Dixwazin Kurdan di vê sedeyê de ji bo xwe bikarbênin û hemû mafê wan binpê bikin. Armanc ewe ku di vê sedeyê heman pîlanan dubare bikin.
Em weke çalakvanên civaka sivîl, welatî û rojnamgerên Qeladizê vê biryarê şermezar dikin. Ev komployeke navnetewiye ku li ser gelê Kurd birêve diçe. Bi heman komployê Rêber Ocalan dîl hat girtin, bi van komployan bi hezaran Kurd di zindanên Bakurê Kurdistanê ku dinav de parlamenter jî hene tên ragirtin. Bi heman pîlanê Şengal, Rojavayê Kurdistan û Qendîl bi awayek ne mirovane bombe baran dikin. Biryara Amerîka ya ji bo her sê şoreşgerên Kurd jî di heman çarçoveyê de hatiye dayîn.”
Di dewama daxuyaniyê de bang li hemû gel û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hat kirin ku bi yek dengî helwesta xwe li hemberî vê biryarê nîşan bidin. Herwiha hat destnîşan kirin ku êdî divê rê neyê dayîn ti şoreşger, çalakvanên civaka sivîl û gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bibin armanca welatên dagirker.
Di dawiyê de hat gotin; “Em hemu yek deng û yek helwest bin û berjewendiyê netewa gelê Kurd bi parêzin. Em bi hemû hêza xwe vê komploya li ser gelê xwe bişkênin û ji bo kesayetek azad kar bikin.”
Çalakî bi dirûşmeya ‘Em şoreşgerên xwe na firoşin’, ‘Şoreşger dinava dilê mede ne’ bi dawî bû.