Şer, piştî ku artêşa Azarbeycanê operasyoneke berfireh bire ser Komara Qerebaxa Jor dest pê kir. Ermenîstan destekê dide Qerebaxa Jor.

Şer û bombardûman tevahiya şevê dom kir. Paytexta Komara Qerebaxa Jor ku yek alî serxwebûna ragihandî Stepanakert di tarîtiyê de ma. Yeşemê Azerbaycanê bi dorneyan paytext bombe kiribû. Şer heta bi 20 kîlometreyan li nêzî paytextê dom kir.

Artêşa Azerbaycanê îdîa dike ku gelek mewziyên Ermeniyan bi dest xistine. Ev herêm ev 30 sal in di dest Ermeniyan de ye. Salên 1990’î piştî ku yek alî serxwebûn ragihndibû di şer de 30 hezar kes miribû.

Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê ragihand ku tevahiya şevê wan kozikên hêzên Ermen dane ber topan.

Artêşa Qerebaxa Jor jî ragihand wan nehiştine ku yekîneyên Azerbaycanê komî ser hev bibin û ”rewşa taktîk neguheriye.”

Herdu alî jî dibêjin ziyaneke mezin dane hev. Li gorî daxuyaniyan bi hezaran leşker mirine.

Serokkomarê Fransayê Emmaneul Macron û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi telefonê axivîn û xwetin, ”Agirbest pêk were û rageşî kêm bibe.”

Pûtîn her wiha xwest ku Çarşemê wezîrên karê derve yên Azerbaycan, Ermenîstan û Rûsyayê komî ser hev bibin.

Eynî rojê Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev û Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşîniyan dîsa banga seferberiyê kirin.

Tenê Tirkiye banga agirbestê nekir, berevajî Azerbaycanê sor dike û dibêje bila Qerebaxor Jor were dagirkirin. Li gorî rayedarên Qerebaxa Jor Tirkiye rasterast di nav şer de ye.

Balafir, tang û doroneyên Tirk destekê didin Azerbaycanê, her wiha tê diyakirin Enqere ji Sûriyê û Libyayê bi sedan çete dibe Azerbaycanê.

Moskowa li dijî Enqerê helwest nîşan da û got, ”benzînê bi êgir de dirijîne”, bêyî ku nav bide, goti, ”terorîst û leşkerên kirêkirî yên biyan” ku ji Sûriyê û Libnanê hatin di şerê Qerebaxa Jor de tê bikaranîn û ew ji vê ”pir bi fikar in.”