Li Qereyazî ya Erzeromê di operasyonên qirkirina siyasî de 7 kes hatin destgîrkirin.
Li gelek taxên navçeya Erzerom Qereyaziyê jandarma û polîsên Tirk di operasyona qirkirina siyasî de 7 kes destgîr kirin.
Hate gotin kesên ku hatin destgîrkirin birin Fermandariya Jandarma ya Qereyaziyê. Hate gotin 7 kesên din jî bi hinceta ku cezayê wan hatiye pejirandin hatine destgîrkirin.
Kesên ku hatine destgîrkirin; Salit Altayi, Esep Kaptal, Alî Riza Kaplan, Metîn Kara, Bahattîn Sumbul, Alî Sumbul û Faruk Sumbul.