Li gorî daxuyaniya Heyva Sor a Filistînê di şerê ku bi polîsên Îsraîle re derket de 42 Filistînî birîndar bûn û 22 ji wan rakirin nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlî ketine herêmê û hewl dane xwepêşanderan belav bikin, lê xwepêşanderan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dane wan.
Li gorî polîsan, hinekan hewl dane ku kevir bavêjin Dîwarê Girînê, cihê pîroz ê Cihûyan. Polîs her wiha ragihand ku du xwepêşanderên Filistînî hatine destgîrkirin.
Li gorî şahidan polîsan li dijî Filistîniyan guleyên lastîk û bombeyên gazê bikar anîne.
Herêma navborî ku li bajarê kevnar ê Rojhilatê Qudsa ku dagirkirî ye û girêdayî Îsraîlê ye, sêyemîn cihê pîroz ê herî girîng ê Îslamê tê nirxandin. Deriyê vê derê di bin kontrola hêzên Îsraîlê de ye.
Şerên di navbera polêsan û Filistîniyên ku ji ber minasebeta nimêja Înê li herêmê kom bibûn bi saetan dewam kir. Alên Filistînê yên di destê xwepêşanderan de û alayên Hamasê yên ku Şerîda Gazzeyê kontrol dikin bal kişandin.
Di şerên du hefteyên dawî de nêzî 300 Filistînî birîndar bûn.
Şerên li Bajarê Kevin ê Rojhilatê Qudsa ku ji sala 1967’an û vir ve di bin kontrola Îsraîlê de ye, hemwextî demekî bû ku alozî li herêmê zêde bûye. Di van hefteyên dawî de li Îsraîlê çend rêze êrîşên kujer pêk hatin.
Ji 22’ê Adarê û vir ve, li Îsraîlê 4 êrîş pêk hatin û 14 kes mirin. Di heman pêvajoyê de 22 Filistînî hatin kuştin.
Her wiha li Îran, Iraq, Sûriye û gelek welatên herêmê jî bi armanca hevgirtina bi Filistîniyan re çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd roja Yekşemê di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku ew ê statuya li Girê Perestgehê neguherînin û destnîşan kir ku destwerdana polîsan a li wir ‘rewa’ ye.