Îro li goristana şehîd Helwêst Partîzan a bajarokê Ranya ya ser bi navenda îdareya Raperîn, komek çalakvanên siyasî û medenî yên Rojhilatê Kurdistanê merasîmek ji bo bîranîna 4 şehîdên KODAR yên di şerê15’ê îlonê yê bi pasdarên Îranê re şehîd ketîn li darxistin.

Di merasîma bîranînê de ji aliyê çalakvanan ve mum hatin pêxistin. Piştî wê endamê komîteya malbatên şehîdên KODAR Hêmin Sine axaftinek kir û got; “Şoreşa azadîxwaz ya gelê Kurd gihiştiye astek bilind, her roja diçe azadî nêzîktir dibe. Şehîdên me Argeş, Tolhildan, Rojhat û Dilovan rastiya tekoşîna azadixwazên gelê meye. Dewleta Îran di vê demê de dixwaze zextê li gelê Kurd, bi taybet hewl dide zextê li tekoşerên di rêya azadiyê de bike. Lê şehadetên me we dike ku em hê zêdetir tekoşîna xwe bilind bikin. Heya gel û gerîla pişta hev bigre, ti hêzek nekare gelê Kurd ji tekoşînê sar bike.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.

Hêjayê gotinê ye di 15’ê Îlona 2018’an de KODAR’ê nasnemeya 4 gerîlayên di şerê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê de, di şerê li hember pasdarên Îranê şehîd ketîn, eşkere kiribû.