Li gor salnameyê, divê îro perwerdeya fermî li tevayî navendên xwendinê yên Herêma Kurdistanê dest pê bikira.

Lê ji ber ku hîna karmendên Herêmê muçeyê meha Tîrmeh û Tebaxê wernegirtine û hikûmetê ji bo dabeşkirina muçe tu demek diyar nekiriye, li gelek deverên Herêma Kurdistanê bi taybetî jî sinorê Silêmaniyê boykot hate ragihandin.

Mamosteyên wanebêj ên sinorê îdareya Raperîn jî li ber avahiya Rêveberiya Perwerdê ya Raperîn kom bûn û daxwaz kirin di zûtirîn demê de muçeyê wan were dayîn.

Mamostayan destnîşan kir heta muçeyên wan neyên dayîn ewê neçin dibistanan û boykot ragihandin.

Li Hewlêrê jî Serokewezîrê Herêmê Mesrur Barzanî zengila sala nû ya xwendinê lêda.

Hat gotin gef li rêveber û mamostayên sinorê Hewlêr û Dihokê hatiye xwarin ku boykota proseya xwendinê nekin.