Warê avahîsaziyê li bajarê Reqayê bi awayekî balkêş geş bûye. Aliyên ji bo pêşxistina warê avahîsazî û jinûveavakirina bajêr xebatan dikin.
Di dema şer de çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Reqayê erebeyên bombekirî diteqandin. Ji ber wê jî piraniya malên gel wêran bibûn. Şênî xebatên sererastkirina malên xwe didomînin.
Li gorî Gerînendeyê Fenî yê Şaredariya Gel a Reqayê Mihemed El-Bekrî, aliyên têkildar hewl didin prosesa avakirinê birêxistin bikin û xebatan ji şêniyan re hêsan bikin. El- Bekirî got: “Şaredarî hewl dide ruxseta jinûveavakirinê li bajêr li gorî sala 2011`an bide şêniyan. Li bajêr di van rojên dawîn de avahîsazî bi awayekî berfireh geş bûye.”
Bi armanca sivikkirina barên madî yên şêniyan, Şaredariya Gel a Reqayê biryarên girêdayî ji nû ve avakirina deverên bi zirar kêm kir. Zêdetirî 130 ruxsetên avakirina avahiyên nû hatine dayîn . Tevî pêşkêşkirina bi sedan ruxsetên avahiyên ku bi awayekî giştî yan jî beşî zirar dîtine.
Ji girîngtirîn hêsankariyê ku Şaredariya Gel ji şêniyan re pêşkêş kiriye, şaredarî pereyên ruxsetan ji şêniyên ku malên wan bi temamî wêran bûne nagire. Ev gava Şaredariya Gel bi armanca alîkariya şêniyan ji bo ji nû ve malên xwe yên ku wêran bûne ava bikin û şênî teşwîqî vegerê bikin tê.
Her wiha Şaredariya Gel a Reqayê xwediyên dikanên bazirganî bi rêjeya ji sedî 60 û şêniyên avahiyên nû bi rêjeya ji sedî 30 ji bacan bexşandine.
Şaredariya Gel a Reqayê hewl dide riyên bajêr ên sereke paqij û sererast bike. Hejmara dikanên ku li bajêr heya niha vebûne zêdetirî 15 hezar e.
(şx)
ANHA



13