Li Reqayê karê ji bo derxistin û tespîtkirina cenazeyan ji gorên komî didome. Hate ragihandin ku 4 hezar û 500 cenaze ji gorên komî hatine derxistin.
Ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê, Tîma Destwerdana Bingehîn derxistina cenazeyê ji gorên komî û bin bermahiyan didomîne. Li ser vî esasî hejmara gorên komî ku cenaze jê derxistina gihaştiye 14`an.
Tîma Destwerdana Bingehîn 632 cenaze ji gorên komî yên El-Fixeyxa derxistin.
Piştî meha Remezanê Tîma Destwerdana Bingehîn dest bi derxistina cenazeyan ji gorên komî yên li goristana Miasker El-Telayê kirin, di her gorekê 12 an jî 13 cenaze hene.
Bi vê yekê hejmara giştî ya cenazeyên ku ji bajêr hatine rakirin, gihaşt 4 hezar û 500 cenazeyî.
Têkildarî mijarê berpirsê Tîma Destwerdana Bingehîn Yasir El-Xemîs wiha got; li gorî ku şênî dibêjin, ev gor ji bo kesên ku li qadan hatine darvekirin re hatiye veqetandin.
Xemîs di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman:”Hezar û 500 daxwazname ji şêniyan hate pêşkêşkirin, ku zarokên wan hatine wendakirine û heta niha tenê 46 cenaze li goristana El-Fixêxa hatiye dîtin.”
Yasir El-Xemîs di dawiya axaftina xwe de got, piştî bidawîkirina xebatên derxistina cenazeyên ji gorên El-Telayê dê dest bi derxistina cenazeyan ji goristana di nav bera her du piran de bike.