Li navçeya Reyhanli ya Hatayê, di wesayiteke parkkirî de teqînekê rû da. Hate ragihandin ku sê kes ji ber teqînê mirine.
Teqîn li gorî dema herêmê saet 13:00 li kolana Mehmet Akîf Ersoy pêk hat.
Ji ber teqîna di wesayiteke parkkirî de sê kes mirin.
Nayê zanîn ku teqîn ji ber çi ye. Polîsan dor li qada teqînê pêçan, tîmên arkujiyê jî şewat vemirandin.
Di encama lêkolînê de eşkere bû ku sê kesên di hundirê wesayitê de şewitîne û bi wî rengî mirine.