Li Rihayê, rêxistinên hiqûqî, li ber Baroya Rihayê daxuyanî dan.
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, rêveberên ÎHD, OHD e, Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, DEM Partî, DBP û gel tevlî çalekiyê bûn.
Hevserokê OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyku, axivî û got:
Dixwazin rejîmeke ku li şûna kesên hilbijartî tayînkirina qeyûman rewa bikin.
Desthilatdariyek xespkar heye û vîna gel xesp dike, hiqûq tune nake.
Divê desthilatdarî demildest vegere sînorên hiqûqê.
Polîtîkayên hikûmetê welat ber bi kendalê ve dibe.”
Divê rêz ji mafê hilbijartinê yên gel re bê girtin.
Divê demildest Hevşaredarê Colemêrgê serbest bê berdan û peywîra wê were îadekirin.”
Li Wanê jî, Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), li ber Odeya Endezyarên Çandiniyê çalaki kirin.
Berdevkê demê yê ÎKK Engîn Işik axivî û got:
Desthilatdarî weke her du serdemên borî, careke din bi riya dadweriya siyasî bi behaneyên neqanûnî, hilbijartinan bêwate dike û vîna gel xespk dike. Ev sûc e û hesab jî bide. ”
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.