RIHA – Li çoltera Navçeya Xalfetî ya Rihayê şer derket. Di şer de polîsekî tevgera taybet jiyana xwe ji dest da û 2 polîs jî birîndar bûn.  Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, diyar kir ku miduriyeta polîsan a Rihayê di saetên şeve de li çoltara Xalfetî ya Rihayê derketin operasyonê. Di operasyonê de di navbera endamên PKK’ê û Polîsên Tevgera Taybet de şer derket. Walîtiyê anî ziman ku di şer de polîsekî tevgera taybet jiyana xwe ji dest da û 2 polis jî birîndar bûn. Piştî şer derket gelek hêzên polîsan û maşineyên zixî sewqî herêmê kirin. Cenazeyê polîs rakirin morma Nexweşxaneya Mehmet Akif İnan a Rihayê. 2 polîsên birîndarbû jî rakirin nexweşxaneyê.