Rojîn Ehmed, tevdîrên li Dêrikê yên li dijî pandemiya vîrûsa koronayê nirxand û got, “Komîteya Tenduristiyê li herêmê dest bi avakirina navendên têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê kir. Li bajaran hemûyan navendên tenduristiyê hatin paqijkirin.” Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve ya ji ber pandemiya vîrûsa koronayê hate ragihandin ji 23’ê Adarê ve didome. Dema qedexeyê heta 1’ê Gulanê hate dirêjkirin. Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişloyê Rojîn Ehmed tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê hatine girtin ji ANF’ê re vegot.
Li Rojava tevdîrên li dijî pandemiyê tên şidandin
