Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ku ji aliyê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Bûrkîna Faso, li herêma Arbînda ya bajarê Soûm ê li bakurê welêt doh serê sibehê êrişeke berfireh pêk hat. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber êrişa çeteyên Îslamîst ên tundrew gelek sivîl û herî kêm 4 leşker û 3 jendermeyan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku herî kêm 20 endamên artêşê û jenderme jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyê êriş bi hevdemî li dijî yekîneyên leşkerî û sivîlan hatin kirin û bi bersiva yekîneyên artêşê re şer qewimî û bi saetan dewam kir. Li gorî daxuyaniya artêşê herî kêm 80 êrişkar hatin kuştin.
Bûrkîna Faso li sînorê Malî û Nîjerê ye ku çeteyên El Qaîde û DAÎŞ’ê lê çalak in. Ji sala 2015’an ve êrişên çeteyan lê zêde bûn. Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji sala 2015’an ve zêdeyî 700 kes hatin kuştin û zêdeyî 560 hezar mirov jî neçar man warê xwe biterikînin.