Ji ber bandora germahiya global li Ewropayê bi taybetî li çiyayên Alpê golên nû çêbûn. Li rojhilatê Efrîkayê jî ava golên Geliyê Grand Rîftê zêde bû, ku sedema wê hîn eşkere nebûye.

Ji ber bandora gaza serayê germahiya global her roj zêde dibe. Di encama vê de jî li gel germahiya li cemheran, her wiha qeşa li gelek çiyayên bilind ên herêmên cuda yên cîhanê dihele.

Têkildarî aliyê Fransayê yê Çiyayên Alpê meha derbasbûyî lêkolînek hate weşandin. Di lêkolînê de işaret bi dehan golên nû hatibû kirin ku li bajarê Savoîe yê li ser sînorê Îtalyayê çêbûbûn. Di lêkolînê de hate ragihandin ku di nava 40 salên dawî de li bajêr 35 golên nû çêbûn û her yek ji van golan li qadeke herî kêm 0.5 hektarî belav bûye.

LI GELIYÊ GRAND RÎFTÊ ZÊDEBÛNA AVÊ

Li Kenyayê jî ku yek ji welatên li rojhilatê Efrîkayê ye, zêdebûn avê ya li qada xwezayî Geliyê Grand Rîftê balê dikişîne. Geliyê ku li aliyê bakur ji Erître dest pê dike û li aliyê başûr digihêje heta Mozambîkê, dirêjahiya xwe 3 hezar kîlometre, firehiya xwe jî ji 40 heta 60 kîlometreyî ye.

Li vî gelî gelek golên Efrîkayê hene. Li aliyê vî gelî yê li xaka Kenyayê, av zêde bûye ku ev yek jî bûye sedem bi deh hezaran mirov malên xwe biterikînin. Bilindbûna rêjeya avê bû sedem ku fîl, tîmseh û çûkên mezin ê flamîngo jî di nav de gelek cûreyên heywanan qadên xwe yên jiyanê biterikînin. Li herêmê di dema baranê de rêjeya avê bilindtir bû û ev jî di mijara çandinî û gelek qadan de dibe sedema pirsgirêkên giran.

SEDEM NEHATE HÎNBÛN

Sedema vê guhertina li aliyê Kenyayê yê Geliyê Grand Rîftê nehate tespîtkirin. Hin kes dibêjin, ev yek encama yekser a helîna qeşayê ya ji ber germahiya global e.

Lê belê li gorî Wezîra Sanîtasyon û Avdanê ya Kenyayê Sîcîly Karîûkî, tevî bandora germahiya global, bikaranîna bi rengekî nebaş a xakê ji bo çandiniyê, dibe sedem ku hezaz rû bide û ava li çem zêde bibe. Karîûkî destnîşan dike, ku ji bo pêşî li bilindbûna rêjeya avê bê girtin, divê hîn bêhtir dar bên çandin û erd û zevî yên ji bo çandiniyê tên bikaranîn hîn bi zanebûn bên bikaranîn.

JI BO DRENEKIRINA AVÊ WÊ BENDAV Û TUNEL BÊN ÇÊKIRIN

Li gorî nûçeyeke ku li Coûrrîer Înternatîonalê de hate weşandin, tê îdîakirin ku ji ber karên jeotermîk ên li herêmê ava li herêmê bilind bûye. Di nûçeyê de hate ragihandin, rayedarên Kenyayî ji bo drenekirina ava zêde ya di dema baranê de bilind dibe, wê bendav an jî tunel bên çêkirin.