Piştî ku DYA’yê bi yek alî ji peymana enerjiya nukleer a Îranê vekişiya û li ser Îranê biryara guşarên aborî hate standin krîza aborî dest pê kir. Zêdebûna nirxê dolarê yê li bara pereyên Îranê bandoreke neyênî li ser bazirganî û jiyanê dike. Beriya bi çendekê têcir û dikandarên Rojhilat û Îranê gotibûn heke rewşa aborî wiha biçe ew ê grêvê bikin. Îro piştî ku dolar dîsa zêde bû û ji ber ku rejîma Îranê guh neda daxwazên têcir û dikandaran grêva giştî dane destpêkirin. Li Îranê û Rojhilat li 31 bajaran têcir û dikandaran dirabeyên xwe anîn xwarê û grêva giştî dane destpêkirin.

BAJARÊN KU DEST BI GRÊVÊ KIRIN

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF’ê yê Tehranê dayî, li Rojhilat, Rojava, başûr û navendê, Bellûç û eyaletên dî ev bajar tevlê bûn:
Abadan, Geneva, Esfahan Rafsancan, Mugan, Zahîyadan, Kirman, Benderî Tirkmen, Tebrîz, Erak, Meşed, Boroczan, Zencan, Çabahar.

BAZARÊN HERÎ MEZIN Ê TEHRANÊ DI GRÊVÊ DE NE

Hate gotin herî pir li bazarên mezin ên Tehranê têcir û dikandaran bala xwe dane grêvê. Hate gotin li Bazara Mezin a Tehranê, Bazara Zêrkeran, Sîrûz, Seterxan, Kirêkar, Bazara Rojava têcir û dikandaran dest bi grêvê kirin.

ROJHILAT JÎ TEVLÊ BÛ

Rojhilatê Kurdistanê jî tevlê bû.
Li Saqiz, Mêrîwan, Bane, Dêgulan û Kamyaran, Kirmanşan, Urmiye, Serdeşt, Pîranşar, Mîyanduaw jî dikandar û têcir dest bi grêvê kirin.

HÊZÊN DEWLETÊ DIXWAZIN GRÊVÊ BIŞKÎNIN

Her wiha hate gotin hêzên dewletê ji bo ku li bajarên Rojhilat grêvê bişkînin hewl didin. Hêzên dewletê li dikandar û têciriên mezintirîn bazara Sinê ya Fîrdewsê geriyan û xwestin ku kargehên xwe vekin û gef li wan xwarin ku dirabeyên xwe venekin wê cam û dirabeyên wan bişkînin. Heta niha li gel gefan jî kesî bi paş ve gav neavêtiye.