Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, di nava 2 rojan de berfek zêde li Rojhilatê Kurdistanê bariyaye.

Ji ber barîna berfa zêde, li Kirmaşanê û 10 navçeyên wî deriyên dibistanan hatiye girtin.

Ligel Kirmaçanê, li Sine, Dêwlan, Dîwandere, Bîcar, Seqiz û Kamyaranê jî ji ber barîna berfa zêde û sermayê deriyê dibistanan hatiye girtin.

Li Silsile, Ezna û Elîguderz yên Loristanê jî, ji ber serma û berfa zêde, betlaneya fermî hatiye ragihandin.