Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ferman da ku leşker biçin Ûkraynaya Rojhilat. Li gorî biryarnameya serokê Kremlînê wê ev yekîne li ‘Komarên Gel ên Lûhansk û Donestkê’ ‘aştiyê’ pêk bînin.

Li gorî nûçeyên li ser medyaya dîjîtal yekîneyên Rûs li gorî saeta Ewropayê bi şev derbas bûne.

Pûtîn berê jî fermana danîna têkiliyên dîplomatîk ên van her du parçeyên Ûkraynayê dabû. Komarên Gel ên Donetsk û Lûhanksê yên ku îlan kiribûn ji aliyê Pûtîn wekî dewletên serbixwe hatibûn naskirin.

‘Peymana dostanî, hevkarî û alîkariyê ya di navnera federasyona Rûsyayê û Komara Gel a Lûganskê’ ji aliyê Vladîmîr hate qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ev alî wê ji bo serweriya Federasyona Rûsya û Komara Gel a Lûhanskê û parastina wê bi hev re bixebitin.

Di peymanê de tê diyarkirin divê tevlî blok û îtîfakên li dijî herdu aliyan nebin.